Nûnerê taybet yê Amerîka di karûbarên Sûriyê de, James Jeffery ragihand ku PKK terorîst e, lê YPG ne terorîst e.
Jeffery di konferanseke rojnamevanî de got, helwesta wan li he,berî PKK zelal e, ew PKK terorîst dibînin, lê YPG na.
Jeffery got, ew ji helwesta tê digihên, ji ber vê yekê ew dixwazin YPG ji PKK bi dûrxînin.
Her wiha diyar kir ku ew bi Tirkiyê re li Minbicê kar dikin û ew naxwazin zerar bigihê Tirkiyê, ji ber vê yekê jî wan çekên giran ji HSD û YPG standin.