Serrûpel Nûçe Bavê Nazê: “Stockholmê te çi dîitiye bêje”

Bavê Nazê: “Stockholmê te çi dîitiye bêje”

Belav bike

(…) “Xwezî te zaniba çiqasî zehmete, gava welatê merov perçe be! Ma gelo tu dikarî xwe têxî rewşeke wiha û fam bikî katî ji te bipirsin: tu ji kîjan perçeyê welatê xwe yî? Ma tê qebûl bikra terî bi te vekirna û bigotana; Tu ji kîjan Siwêdê ye? Bi xwe çar teriyên min hene û ez bi ku de herim, her li pey min tên. Lê ez bê welatim, tevî ku welatê min heye, ez lalim tevî ku zimanê min heye… Komîsar te niha naskir ez kî me?”
Piştî van tewirandina nava xwe, Bêkes li ser pirsa komîsar: ”Şeva kuştina serokwezîr tu li ku bû”, wiha bersîv da: ”Ez di xew de bûm -pê re jî di nava xwe de dubare kir -Erê ez di xewa şêrîn de bûm û hîn ji mêj ve gotine kurd têre xew jê re xêre. Ma ji xewê şêrîntir, ne mal, ne welat, ne kes û ne kus nayên bîro mero. Heta zarokên insan nayên bîrê, tenê carna paşî xwarinek bi tewaş xewnên pîs dibîne. Erê komîsar bê xwediyên salên dûrî ji hev, hiş nahêlin, paqij dikin û hilfê jî difirînin.”

(Ji romana Bavê Nazê ya bi navê “Stockholmê te çi dîitiye bêje” : 1987