Serrûpel Nûçe Vîdyo – Danîmarka penaberan dişîne graveke heywanên nexweş

Vîdyo – Danîmarka penaberan dişîne graveke heywanên nexweş

Belav bike

Danîmarka ku demekê welatê herî xweş bû ji bo penaberan, niha êdî dibe welatê herî nexweş ji bo wan. Berê penaberan pereyên herî zêde yên penaberiyê li wê derê distandin, niha êdî hêdî hêdî pere me namînin.

Jê hîn xerabtir, kesên ku penaberiya wan qebûl nabe, yan jî sûc kiribûn û hatibin cezakirin, hikûmeta Danîmark, plan dike wan bişîne cezîreya – grava-  Lîndholm, ku berê heywanên nexweş li wê derê hatibûne bicîkirin.

Vîdyo 1
Vîdyo 2

Îro li Copenhagen ku paytexta Danîmarkê penaberên Rojavayê Kurdistanê li dijî pêşniyarek ku ji aliyê partiya Sosyalîsta Demokrat ku di derbarê penaberan de pêkêşî parlemana wî welatî hatiye kirin, dest bi xwepêşandanekê kirin û herweha biryare li bajarê Alborg Aarthus bi heman awayî xwepêşandan birêve biçin.