Serrûpel Nûçe FOTO – Kesê Nadya Mûrad rizgar kir diaxife û dibêje piştî ew...

FOTO – Kesê Nadya Mûrad rizgar kir diaxife û dibêje piştî ew rizgar bû wê hîç alîkariya wî nekir û lê nepirsî

Belav bike
Di dawiya havîna 2014 de, xelatgira Nobelê Nadya Murad ku Daişê ew revandibû, xwe avêtibû malekê.
Ew mala Imer Ebdulcebar bû, li Musilê.
Nadya ji Daişê reviya bû û li cihekî digeriya ku xwe lê biparêze.
Imer Ebdulcebar derî vedike, dibîne, keçeke ku rewşa wê gelekî xerab e, kincên reş lêne, pêxwaze, digirî û li ber xwediyê malê digere ku wê derbasî hundir bike.
Imer derî vedike.
Nadya derbasî hundir dibe: Rica dikim min derbasî hundir bikin, Daişê li min digere, wê min bikuje, tecawizî min bike.
Piştre Imer bi birayê Nadya dikeve pêwendiyê, telefonê jê re vedikin.
Pismamê Imernifûseke sexte ji Nadya re derdixîne, di nasnameyê de ew keçe Sunne ye û ji Kerkûkê ye.
Nadya bi nifûsê seytereyên Daişê derbas dike û digihê bargeheke pêşmergeyan.

 

Piştre Imer Ebdulcebar bi xwe direve û xwe digihîne Hewlêrê, ji ber ku Daişê pê dihese ku Nadya xwe li mala wî veşartibû.
Imer niha li Almanya ye, ji sala 2015 ve li Almanya dijî û heta niha mafê penaberiyê wernegirtiye.
Kurd gelekî ji Nadya Murad ne razî ne, ew Êzdiyeke Kurd e, lê heta niha li tu deran negotiye ku ew Kurd e, bi kurdî jî neaxifiye, her demê bi erebî diaxife û heta ku dikare xwe ji Kurdan bi dûr dixîne.