Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî pêşwaziya xelatgira Nobela Aştiyê Nadya Mûrad kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya xelatgira Nobela Aştiyê Nadya Mûrad kir

Belav bike

 

Îro roja pênşemê şêwirmendê encûmena asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya xelatgira Nobela Aştiyê Nadya Murad kir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nadya Murad kir û hêvî xwest di karê xwe de bi serkeve, ji bo gehandina karesata hatiye serê Êzdiyan ji bo civaka navnetewî.

Nadya Murad jî ji aliyê xwe ve spasiya Mesrûr Barzanî kir, ji bo alîkarî û piştgiriya ku ji bo Kurdên Êzdî pêşkêş kiriye.