Serrûpel Nûçe VÎDYO – Egîdê Cimo wefat kir

VÎDYO – Egîdê Cimo wefat kir

Belav bike

Egîdê Cimo ku weke Mîrê bilûrê dihate naksirin, di 87 saliys xwe de li paytexta Ermenistanê bajarê Erîvanê wefat kir.

 

Malbata Egîdê Cimo ji navçeya Qelqelî ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê bû, ew koçberî Ermenistanê bûbû, di sala 1932yan de li gundê Erdeşer ê Ermenistanê jidayîk bûbû.

 

Wî di 8 saliya xwe de dest bi lêdana bilûr, zirne, ney û meyê kiribû.

Di sala 1955an de li Radyoya Erîwanê di beşa Kurdî de weke muzîkjen kar kiribû û bêhtirî 35 salan di radyo de xebitîbû.

Wî bi gelek dengbêjan re lêdabû, weke Şeroyê Biro, Garabêtê Xaço û gelek dengbêjên din.