Bi sûcê ku pêwendiya wî bi PKK û KCK re heye, siyasetmedarê Kurd û serokê enstitûya Kurd li Îsraîlê Davud Baxistanî û 3 kesên din ku ligel bûn li Mêrsînê hatine girtin.
Medyaya Tirkiyê dinivisîne ku wî li Adana û Mersînê bi nasnameya Canbulut Turgay kar kiriye û ew nasname sexte bû ye.
Kesên ku bi Dawûd Baxistanî re hatine girtin: Mahmenûr A. Hakki A. û Enes Y.