Termê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg îro ji Almanya ji bajarê Hannoverê gihîşte Hewlêrê û bi merasîmeke mezin a fermî û hikûmî hate pêşwazîkirin.
Termê Mîr îro saat 09:30 gihişte balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê.
Di merasîmê de di serî de serokwezîrê Kurdistanê û gelek berpirsên hikûmî û nûnerên welatan amade bûn.
Her wiha Civata Rûhanî ya Êzidiyan, Babe Şêx û gelek mezinên Êzidiyan amade bûn.
Piştî merasîmê termê Mîr Tehsîn Beg ji bo navçeya Şêxanê li parêzgeha Duhokê tê veguhastin û wê li Şêxanê wê bê pêşwazîkirin.
Li ser wesîyeta Şêx ewê di hewşa mala xwe de li Şêxanê bê veşartin.