Serrûpel Nûçe “Leşkerê Roj” ji “Zêrevanî” cuda bû

“Leşkerê Roj” ji “Zêrevanî” cuda bû

Belav bike

Di daxuyaniyekê de Leşkerê Roj cudabûna xwe di warê îdarî de ji Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, rola pêşmergeyên Zêrevanî di şikandina Daişê de gelekî mezin bû, û rola wê di avakirina Leşkerên Roj de berbiçav bû, Pêşmergeyên Zêrevanî li pişt mezinûna Leşkerê Roj bû.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ku cudabûna Leşkerê Roj, ji Pêşergeyên Zêrevanî, di warê îdarî de nayê wateya cudabûna bi temamî di navbera her du hêzan de, lê dîsa “em bi vê cudabûnê xemgîn in, xemgîniya me ewe ku em şaxekî derbasî esil dibin, ev jî berpirsiyariya me hîn zêdetir dike, axa Kurdistanê û parastina wê û meşa li ser Rêbaza Barzaniyê Nemir me digihîne hev.

Spas ji bi Hêzên Zêrevanî û bi taybetî ji bo birêz Lîwa Ezîz Wêsî, fermandarê gişyî yê Hêzên Zêrevanî”