Serrûpel Nûçe Serokê istîxbarta Tirkiyê û Sûriyê li bajarê Antalya bi dizî civiyan

Serokê istîxbarta Tirkiyê û Sûriyê li bajarê Antalya bi dizî civiyan

Belav bike

Meha derbasbûyî serokê istîxbarata Sûriyê serdana Tirkiyê kiriye û ligel berpirsên wî welatî civiya ye.

Rojnameyeke opozîsyona Tirkiyê ku weke rojnameyeke dewleta kûr tê naskirin idîa kir, Elî memlûk, îsal meha derbasbûyî, bi awayekî veşartî çûye Tirkiyê û li Antalya û ligel serokê istîxbarata Tirkiyê Hakan Fîdan civiya ye.

Di wê civînde behsa rewşa rojavayê Kurdistanê û hebûna YPG û PKK li Sûriyê kirine.

Hefteya derbasbûyî jî, serokomarê wî welatî Receb teyib Erdogan gotibû ku di pêwendiyên wan ligel Şamê hene, lê ew pêwendî wi warê istîxbaratî de ne.