Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Divê mafê gelê Kurd li Sûriyê were garantîkirin

Mesrûr Barzanî: Divê mafê gelê Kurd li Sûriyê were garantîkirin

Belav bike

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nûnerê serokê Amerîka û şandiyê navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê re civiya û daxwaz kir ku mafê gelê Kurd li Sûriyê bê parastin.

Daxuyaniyeke nivîskî ji aliyê ofîsa Encûmena Asayişa Kurdistanê hat belavkirin, têde hatiye ku di civînê de, Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê anîiye ziman.

Di civînê de her dû aliyan pêçhateyên herî dawiyê yên Sûriyê gotubêj kirin, diyar kirin ku divê rê li ber şer û pevçûnan bê girtin, daku koçberî û êşa xelkê bidawî bibe.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku Mesrûr Barzanî daxwaz ji Şnadiyê navdewletî yê taybet bi Sûriyê, Geir Pedersen kiriye, ku tevahiya pêkhate û aliyên siyasî beşdarî danûstandinan bibin, ew jî bi mebesta dîtina çareseriyeke siyasî, ku têde mafê gelê Kurd parastî be.
Berî vê civînê jî, Mesrûr Barzanî bi nûnerê serokê Amerîk bo şerê dijî DAIŞê james Jeffrey û wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavrov, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civiyabû û di civînna de behsa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin.