Serrûpel Nûçe Siyamend Haco daxwaza hilbijartinan dike

Siyamend Haco daxwaza hilbijartinan dike

Belav bike

Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê Siyamend Haco di hevpeyvîneke xwe de got, PYD qebûl nake hêzeke din ya Kurdî li rojavayê Kurdistanê hebe û şirîkan jî qebûl nake, xwe bi tenê dibîne û bi zorê xwe ferz dike.

Haco pêşiyar kir û got, bila herêma aram were avakirin, ew jî di bin serpereştiya Emerîka, Frensa û Brîtanya de be, ew jî tenê ji bo salekê be. Divê hêzên YPG ji wê herêmê derkevin, piştre di bin çavdêriyeke herêmî û navdewletî de be. Encamên hilbijartinan çi bin divê hemû alî qebûl bikin. Wê demê xuya dibe, hêza ENKS çiqase û hêza PYD çiqas e.

Haco got, destêwerdana Tirkiyê ne rast e, ne Emerîka qebûl dike, ne jî Ewropa, bi taybetî piştî tecrubeya Efrînê.