Sekreterê polîtbîroya PDK Fazil Mîranî di daxuyaniyeke xwe de li ser girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, ji aliyê Interpolê ve li Beyrûtê got, eger girtina wî ji ber piştgiriya wî be ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê be, bila werin me hemû Kurdan bigirin, ji ber ku em hemû bi referanduma serxwebûna Kurdistanê re bûn.
Dr. Kerîm, li balafirxaneya Beyrûtê li ser daxwaza Bexdayê ji interpolê ve hate girtin.