Serrûpel Nûçe Di 2 mehan de Kurdistanê 39.399.482 bermîl petrol firotiye

Di 2 mehan de Kurdistanê 39.399.482 bermîl petrol firotiye

Belav bike

Li gor raporta kompaniya Deloitte, Herêma Kurdistanê ji 1ê Cotmeha 2018an heta 31ê Kanûna heman salê, 39 milyon û 399 hezar û 482 bermîl petrol bo welatên derve hinarde kiriye.

 

Kompaniya amerîkî ya Deloitte ya ji bo hûrbîniyê, raporta xwe ya derbarê proseya deranîn û hinardekirin û firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê yên di çar mehên dawiyê yên sala 2018an de belav kir.

 

Li gor raportê, di navbera 1-10-2018an heta 31-12-2018an de 39 milyon û 399 hezar û 182 bermîl petrola xav hatiye hinardekirin. Hemû petrola xav a firotî 2 milyar û 125 milyon û 381 hezar û 980 dolarê amerîkî bûye. Nirxê bermîlek petrola xav jî 54 dolar û 97 sent bûye.

 

Herwiha 449 hezar û 249 bermîl petrola xav û kondenseyta veguhestî li navxwe hatiye firotin, ku bihayê wê 24 milyon û 427 hezar û 775 dolar bûye. Nirxê bermîlekê ji wê petrolê jî 44.375 dolar bûye.

 

Di çarçoveya hûrbîniya serbixwe ya sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê de û weke beşek ji destpêşxeriya şefafiyetê, kompaniya Deloitte ya cîhanî, raporta taybet a li ser petrol û gaza Kurdistanê belav dike.

 

Li gor nûçeya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Herêmî bo karûbarên petrol û gazê berdewam dibe li ser karê pêşvebirin û dewlemendkirina raportên hûrbîniyê û pêdeçûnê bi balkişandin û feedbacka aliyên peywendîdar, di nav wan de jî civaka navdewletî.

 

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe li hember welatiyên Herêma Kurdistanê cardin tîne ziman ku herdu kompaniyên mezin ên cîhanî Deloitte û Ernst & Young berdewam dibin li ser hûrbînî û pêdeçûna serbixwe ji bo sektora petrol û gaz bi hemû prose û beşên xwe. (Rûdaw)