Serrûpel Nûçe Kurdên Almanya ji bo Merkel: Ne karê te ye tu serxwebûna Kurdistanê...

Kurdên Almanya ji bo Merkel: Ne karê te ye tu serxwebûna Kurdistanê red bikî

Belav bike

Federasyona Komeleyên Kurdî li Almanya ku weke Civaka Kurd (Kurdische Gemeinde) tê naskirin, bersiva serokwezîra Alamanya Angela Merkel da ku di daxuyaniyekê de behsa serxwebûna Kurdistanê kiribû û gotibû, “dewleteke Kurdî xizmeta aştiya li navçeyê nake”. Civaka Kurdî li Almanya ji Merkel re dibêje, ne erkê Merkel û hikûmeta wê ye ku behsa serxwebûna Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyekê de cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanya, Mehmet Tanriverdi ragihand: “Em li daxuyaniyên serokwezîra Almanya matmayî man. Em li benda piştgirî û rêzgirtinê bûn li hemberî hewlên demokratîk û qurbaniyên Kurdan.

Tanriverdi got “Serxwebûna Kurdistanê ne di çarçeveya erkên hikûmeta Almanya de ye û di dawî de jî mafê çarenûsê ya milletê Kurd di referanduma sala 2017 de biryar li ser hatiye dan, dema ku %93ê xelkê dawaza welatekî serbixwe bo başûrê Kurdistanê kirin.

Angela Merkel roja  19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê di civînekê de ligel hejmarek ji xwandekaran de gotibû: “Ez bi serweriya yekparçeyiya axa Iraqê re me û di wê baweriyê de me ku dewleteke Kurdî xizmeta aştiya navçeyê nake. Merkel herwiha gotibû: Divê Kurd li Iraqê xwedî rewşeke dadmend bin û ez li gel xwebirêvebirineke berfireh bo Kurdan li Iraqê me.”