Serrûpel Foto Serok Barzanî ligel keçên Êzdî ku ji destê Daişê rizgar bûne civiya

Serok Barzanî ligel keçên Êzdî ku ji destê Daişê rizgar bûne civiya

Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek ji keç û jinên rizgarkiriyên ji destê terorîstên DAIŞ re civiya.

Di destpêka vê civînê de her yek ji Sekreterê Yekîtiya Afretên(Jin) Kurdistanê û Birêveberê Karûbarê Kurdên Êzdî li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsîngeha Revandiyên Kurdên Êzdî ya li parêzgeha Dihokê û Hediye Mirad Parlementera Êzdî li Herêma Kurdistanê, bi kurtî li ser hewlên ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzdî ji destê terorîstên DAIŞ û rewşa niha ya jiyana wan rizgarkiriyan û hewlên ji bo vegerandina wan ya ji bo jiyanekî asayî, xistinrû.

Li gor wan amarên li civînê de hatin pêşkêş kirin bi giştî 6417 kes ku di destpêka êrîşa terorîstan ya li ser devera Şingalê ketibûn destê DAIŞê, 3476 kes ji wan hatine rizgar kirin û heta niha jî 2941 kes bêserûşûn û wenda ne. Her wiha ev e jî xistin rû ku piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsîngehekî taybetî ji bo dûvdaçûn û azadkirina Êzdiyên destê DAIŞê damezrand, bi giştî 3548 keç û jinên Êzdî ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin, heta niha nekarîne 1184 kesê ji wan bêne rizgar kirin û hewlên ji bo peydakirin û vegerandina ewên din jî berdewame û behsa tevahiya wan astengan jî kirin ku têne li ser rêya wan.

Her li vê hevdîtinê de hinek ji keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê behsa wan êş û azarên xwe kirin ku di demên di destê terorîstan de mabûn tûşî wan bûn e û wekî dîl û kole kirîn û firoştin bi wan hatiye kirin û li rûyê derûnî û cesteyî ve hatine êşandin.

Li civînê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê, ragihand: Ewê li ser xuşk û birayên Êzdî da hat dirêjahiya wan karesatan bû ku berê jî li ser gelê me da hatin e, li enfal û zîndî bi gor kirina 182 hezar jin û zilam û zarok û pîr û gencê gelê me û kîmyabarana Helebçe û navçeyên din ê Kurdistanê û bê ser û şûnkirina 12 hezar gencên Feylî û 8 hezar Barzanî û dehan hewlên dinê ji bo ji navbirina gelê me, ew karesate li ser we jî hat tevahiya birînên berê yê laş û cesteya gelê me bi jan anî.

Serok Barzanî herwiha ragihand: Gelek baş ji êş û azarên we têdigihim û carekî din jî tekez dikim hûn sembol û hêmaya şerefa gelê me û azîzên me ne. Her wiha tekez kir û got: Terorîstan bi wê reftara nemerdaneya beranber bi we hem dirindeyiya xwe pêşan dan û hem jî mezlumiyeta we selmandin. Lê belê xweşbextane bi hewl û cangoriya Pêşmergeyên qehreman gelek bi merdane tola we hate kirin û terorîst têkşikan û ketin bin piyên we.

Serok Barzanî tekez jî kir ku li rêya Parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê ve hewl didîn her çi pêwîst e ji bo we bê kirin heta jiyanekî asayî bijîn.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand: Rewşa niha ya Şingalê nabê wiha bimînê û pêwîste îdareya Şingalê li destê xelkê Şingalê da bê û koçber bikarin vegerin cihên xwe. K24