Serrûpel Nûçe Fermandarê Pêşmergê Rojava Emîd Mihemed Receb

Fermandarê Pêşmergê Rojava Emîd Mihemed Receb

Belav bike

Fermandarê Pêşmergeyên Roj Emîd Mihemed Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD şaşiyeke mezin kir dema Pêşmergeyên Roj qebûl nekir. Me ti carî negotiye em bedîl in ji PYDê re. Em dibêjin em û PYD bi hev re Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Ji ber şaşîtiya wan jî beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê ku Efrîn e, ji dest çûye.”

Mihemed Receb wiha got: “Amerîka navbeynkarî kir di navbera PYD û ENKSê de ji bo çûna Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê lê PYD ew yek qebûl nekir. Me jî qebûl nedikir ku em biçin û bikevin bin destê wan. Me dixwest ku em bi hev re kar bikin ji bo axa Rojavayê Kurdistanê.”

Receb wiha domand: “Me qebûl nedikir ku em biçin Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina axa Dêra Zorê û Reqa, hizra me cuda bû. Lê gelek xalên hevbeş jî di navbera me de hebûn lê wan hertişt têk da.”

Wî fermandarê Pêşmergeyên Roj ragihand: “Îro be yan sibe be, emê her vegerin Rojavayê Kurdistanê. Em naxwazin bi şer biçin Rojavayê Kurdistanê û PYD bêçare ye û divê her me qebûl bike. Em hemû zarokê Rojavayê Kurdistanê ne,”