Serrûpel Nûçe VÎDYO – Di weşana zindî de li Berlînê bi sîlehê xortekî ji...

VÎDYO – Di weşana zindî de li Berlînê bi sîlehê xortekî ji Qamişlo birîndar kirin

Belav bike

Di weşaneke zindî de li Facebookê, dema ku xortekî bi navê Nîzar Hecî, li ser kêmasiyên rêveberiya xweser û PYD rexne dikirin, hinek bi sîlehê êrîşî wî kirin û ew birîndar kirin, êrîş li Berlînê çêbû.

Nîzar ji gundê Meşûwî ye, yê ser bi Tirbe Sipî ve, li rojavayê Kurdistanê.

Di dema êrîşê de ew li ser weşanê bû, bangî polîsan kir, ambulans hatin û ew rakirin nexweşxaneyê, heta niha nayê zanîn kîne yên ku êrîşî wî kirin, polîs li pey wan kesan digerin.

 

Berî ku bi sîlehê êrîşî wî bikin, got:
Divê Rêveberiya Xweser gendelan muhasebe bike û rêveberî weke dîktatoran û partiya Baas hukum dike, di wê deqeyê de hate gulebarankirin.