Serrûpel Nûçe Mêrê xwe bi kêrê kuşt û laşê wî kire 4 perçe û...

Mêrê xwe bi kêrê kuşt û laşê wî kire 4 perçe û di baxçe de veşart

Belav bike

Li Tirkiyê bajarê Hatay, jinekê mêrê xwe kuşt, piştre kire 4 perçe û di bexçeyê pişt malê de veşart.

Jina bi navê Hava Zor, ku mêrê xwe Mikaîl Zor kuştibû, hate girtin.

Hava Zor piştî ku mêrê xwe kuştiye, bi kêrê perçe kiriye, betanî lê pêçaye û her perçeyek li cihekî veşartiye.

Di navbera Hava û mêrê wê de pevçûneke bi gotinan derdikeve, piştre hêrs dibe, radibe bi kêrê li mêrê xwe dixe, dikuje û laşê wî perçe dike.