Vîdyo 01 / Vîdyo 02
Xwendina nivîsê bi dengê Dilbixwîn Dara
———–
Ka ji vir dest pê bikim…
Kî biçe mala prensesa Kurd Sînem Mîr Celadet Bedirxan (1938) – henekan dike û dibêje rojbûna wê ne 1938 lê 1983 ye-…
Kî biçe wê malê, wê di jiyana xwe de tiştê nedîtiye bibîne, wê tu caran poşman nebe, wê bêje, ez heta niha li kuderê bûm, çima neçûbûm serdana wê!
Telefon dikim. Dengê Sînema Xan tê, dengekî gurr û bixwe bawer: Alo… Dilbixwîn tu yî? Li halê min dipirse.
– Kengî dema te heye? Me xwest qehweyeke te vexun.
– Hûnê navrê jî buxun, ez bi qehwê razî nabim.
Li dawiyê em Sînema Xan bi qehwê razî dikin.
Roja din, ez, ligel hunermendê dengxweş Brader Mûsikî û xanima wî ya delal Necla xan û karsazê Kurd Ehmed Kurdî neviyê Eliyê Unis berê xwe didin mala Emîre Sînem.
Dinya germ e, germa Hewlêrê naşibihe tu german, bêhtirî 45 derece ye. Roj eniya me dişewitîne.
Li ber derî pêşwaziya me dike. Dibêje: “Hûn ala li ser malê nabînin, işte ev mala min e, ala Kurdistanê li ser hatiye bilindkirin.”
Bi xêrhatina me dike. „Hûn li pêşiya min biçin, ez pîr bûme, ez hêdî hêdî têm“ bi henekî dibêje û destê xwe li dîwar dixîne, ji bo ku em wê çavînî nekin.
Min şerabeke sor jî bi xwe re ji Parîsê diyarî anî bû, Bordeaux.
Çavan li min gewr dike, weke ku bêje ma ne heram e! Dikene: „Gelekî spas…“
Her çar dîwar bi tablo û wêneyan hatine xemilandin.
„Ev em derbasî malekê bûne, yan jî mozexaneyekê!“ di dilê xwe de dibêjim.
Berî behsa malê û tiştê têde bikim, ka hinekî bala we bikişînim ser Sînem.
Hûn ji dûr ve bibînin, hûnê bêjin pîrejineke 80 salî ye, porê wê bi temamî sipî bû ye, tiştek di bîra wê de nemaye, xweşiyê di jiyanê de nabîne û êdî li axiretê difikire.
Lê hûn şaş in.
Ruhê Sînema Xanê weke ruhê keçeke 18 salî ye. Tiştek ji bîra wê neçûye, ruh sivik û dev li ken e. Hîn jî xweşikbûna xwe ya berê parastiye.
Prenseseke romantîk û ronakbîr e, ji bûyerên rojane agahdar e, ne siyasetmedar e, lê siyasetê baş dizane, kultur, edebiyat, huner, di medyayê de çi hatiye nivîsandin, çi hatiye gotin dizane. Facebookê jî baş dişopîne û bi Brader re straneke evînî jî dibêje, “bi min nekenin ha, dengê min nexweş e”, dîsa henekan dike,
Li bavê xwe hatiye, li mala wê kurdî zimanê sereke ye, kî bi zimanê tirkî biaxife (bi taybetî Kurdên bakur) bi peran tê cezakirin.
Dema ku sûretan nîşanî me dide dibêje: Hûn vê keçika xweşik nas dikin? Behsa suretê xwe yê ciwaniyê dike, bi rastî jî têra xwe ciwan bû ye. Li Şamê dilê gelek xortan ketibû wê, lê dilê wê jî ketibû Selah Saadullah, pêre zewicûbû û zarok jî jê çêkiribûn.
Seetekê li mala wê bimînî, weke ku salekê li cem Mîr Celadet Bedirxan mabî.
Sînem Xan ansîklopediya binemala Bedirxaniyan e. Pirtûkeke dîrokê ye. Tu hez dikî lê guhdarî bikî, û ji te re behsa serpêhatiyên bavê xwe û hejariya ku têde jiyane bike.
– Çi di vê dolabê de hene Sînem Xan? Pirs dikim.
Me dibe cem dolabê, saatekê jê derdixîne, lê dinêre, çav tijî hêstir dibin û dibêje, „ev saata bavo ye, bi bavo re ketibû bîrê, bavo jiyana xwe ji dest da bû, ev saat weke bîranîn min parastiye.“
Mîr Celadet Bedirxan (1893 – 1951), di dawiya jiyana xwe de sala 1951 di bîrekê de wer bûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Mehmed Uzun romanek li ser nivîsandibû, bi navê Bîra Qederê.
Tiliya xwe dirjê xalîçeyekê dike ku bi dîwarê beramber ve hatibû daleqandin: “Ev rehmetî diya min bi destê xwe çêkiriye. Gelekî ciwan hatiye neqişandin, ev jî yê diya min e”, terabêza li ser maseyê nîşanî me dide.
Awirekî dide min „qehwê bi ser de nerjînî, ew diya min çêkiriye… „ dikene û dibêje…
Belkî hûn weke mubalexe bibînin, bi rastî çi bixwazî di mala wê de tê dîtin, wêneyê dîrokî yên orîjînal, Îxracqeyda Mîr Celadet, ku li Kobanî li gundê Miktelê hatibû qeydkirin, ruxseta kovara Hawar, destnivîs û gelek tişt û berhemên din yên dîrokî em di mala wê de dibînin.
Nifûsa xwe ya nîşanî me dide, karmendekî nifûsê li Şamê, navê şaş nivîsandiye, li şûna Sînem qeyd bike, Senîm qeyd dike, heta niha jî li ser dokumenta navê wê Senîm e, ne Sînem, kenê wê pir bi wî navî tê.
Sînem Xan, xwe ji tiştekî mehrûm nekiriye, çûye gelek welatên Ewropa, dikarbû li Frensa bi cî bibe, lê dibêje „cihê herî xweş ji bo min Kurdistan e… spas ji bo serok Barzanî her demê li halê min dipirse“.
Bi gelek zimanan jî dizane, kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî, înglîzî, frensî û hinekî jî almanî, „ma ne bes e“ dikene û dibêje „lê kurdî zimanekî pir xweş e…“
Me li odeyên xwe digerîne, û weke rêbereke turîzmê her tiştî, yek bi yek ji me re şîrove dike. „were Dilbixwîn vî sûretî jî bigire, ev helbesteke apê min rehmetî Kamîran ji min re nivîsandiye…“ dixwîne û digirî.
Çiqas zehmete, tu bibînî ji çavên prensesekê hêsir têne xwar.
„Ez niha bîranînên xwe amade dikim, dibêjim û keçek bi navê Rewşen ji min re dinivisîne, ezê behsa feqîriya bavê xwe bikim, ne şerme ne?“ dipirse. „Ezê behsa her tiştî bikim, bila her kes zanibe me çi êş û feqîrî dît…”
Sînem Xan, mîrata Mîrîtiya Bedirxaniyan e. Niha bar hemû li ser milê wê maye, bi wî temenê xwe yê mezin ew bar rakiriye û dixwaze bi serbilindî jî bibe serî.
Êdî emê rabin.
Dibêje: „Hûnê bê xwarin neçin, wê bêjin Sînemê xwarin neda mîvanên xwe“.
– „Me li ser qehwê li hev kiribû, qehwa te jî ya Şamê bû, qehweyeke xweş bû“
Dema ku gotin tê ser Şamê, keserekê dikişîne. Pasporta Sûriyê di berîka wê de ye, lê ev demeke dirêje neçûye Şamê, ew bajarê xweş ku hemû ciwaniya xwe li wir derbas kiribû.
– „Gora bavo û yadê li wir e, min bêriya wan kiriye, êdî dixwazim wan ziyaret bikim“
Ew gor hatine bîra min, li goristana Taxa Kurdan, li Şamê, ez di sala 1995 de çûbûn min ew ziyaret kiribûn.
Ji xwe re bifikirin, eger Mîr Celadet Alfabaya kurdî-latînî çênekiriba, niha halê me çi bû? Kurd deyndarê Mîr in.
Em derdikevim, prensesa me heta derve bi me re tê.
– „Germe Sînem Xan, zehmet ne“ dibêjim.
– „Pêwîstiya min bi Vîtamin D heye, zehmetî tune ye“ û dikene.
Em bîranînên xweş bi xwe re dibin û xatirê xwe jî dixwazin.
Vê sibê, ez û dostê xwe Ehmed Kurdî em li ser taştê bûn, telefonek hat.
– „Rojbaş Dilbixwîn, çawa yî? Ji bîr nekî zehmet nebe sûretan ji min re bişînî û eger te tiştek nivîsand, ji min re bişîne, ezê bixwînim ka te çi gotiye…“ dengê keça Mîr Celadet Bedirxan bû, xwediya temenekî dirêj û tendurust be.
Ezê niha sûretan û vê nivîsê ji Sînem Xan re bişînim.
(07.08.2019, Hewlêr)