Serrûpel Nûçe Dayîkeke Kurd (74 salî) li Efrînê ji ber îşkenceya çekdaran şehîd bû

Dayîkeke Kurd (74 salî) li Efrînê ji ber îşkenceya çekdaran şehîd bû

Belav bike

Pîrejineke Kurd li Efrînê, berî 10 rojan ji aliyê çekdarên El Cebhe El Şamiyê ve hatibû girtin û îşkencekirin.

Hevserê wê jî Mihêdîn Oso berî 2 hefteyan ji aliyê wan çekdaran ve hatibû şehîdkirin.

Roja 25.08.2019 çekdaran avêtibûne ser mala Mihêdîn (78 salî), ew û hevsera wî ya (74 salî) Huriye mihemed Bekir girêdabûn û îşkence kiribûn. Di bin îşkencê de wê demê Mihêdîn şehîd bûbû, jina wî jî piştî 12 rojan ji ber îşkencê şehîd dibe.