Serrûpel Nûçe Qatilê 3 zarok û bav û dayîka wan ku Kurdên rojava bûn,...

Qatilê 3 zarok û bav û dayîka wan ku Kurdên rojava bûn, li Hewlêrê hate girtin

Belav bike

 

Roja pênşemê 03.10.2019, li gundê Pîreş li Hewlêrê termê dayîk û bav û 3 zarokên wan, ku Kurdên rojavayê Kurdistanê bûn, hate dîtin.

Asayîşa Hewlêrê tewanbarê bi navê Ferîdûn Kerîm Remezan hate girtin. Wî roja 02.10.2019 hemû endamên malbatê kuştibûn.

Asayîşê ragihand ku destpêkê qatil, bavê zarokan (Besam Hisên Resûl) bi gulle kuştibû, piştre hevsera wî Siwalîn Mihemed Nezîr kuştibû û piştre jî her sê zarokên bi navê Hisên (11 sal), Roşka (7 sal) û Mihemed (5 sal) kuştibû.