Serrûpel Nûçe HSD: Emerîka sozên ku dabûne me bi cî nehanîn

HSD: Emerîka sozên ku dabûne me bi cî nehanîn

Belav bike

HSD ji vê helwesta Emerîka gelekî acize û dibêje ew li ser soza xwe nema.

Di daxuyaniyekê de, HSD ragihand wan gelekî hewl dan ku şer di navbera wan û Tirkiyê de dernekeve, wan hemû nermî jî nîşan dan, lê Amerîka soza xwe bi cî nehanî hêzên xwe ji ser sînorê ligel Tirkiyê vekişandin.

Li gor daxuyaniya HSD, Tirkiyê niha amadekariya êrîşa li dijî rojhilatê Feratê dike da ku wê herêmê dagîr bike, lê ewê jî bêdeng nemînnin û li ber xwe bidin.

HSDê ragihand, piştî vekişîna hêzên Amerîka, hêzên Sûriyê bi piştgîriya Rûsya, berê xwe didin bajarê Minbicê.

Netewên Yekbûyî ragihand ku eger Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike, divê parastina xelkê sivîl li ber çavan bê girtin, û eger ew êrîş pêk were wê pêleke koçberiyê destpê bike.