Serrûpel Nûçe Serok Barzanî: Ji bo parastina rojavayê Kurdistanê çi ji dest me bê...

Serok Barzanî: Ji bo parastina rojavayê Kurdistanê çi ji dest me bê emê bikin

Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û têde ragihand: “Em dê hemû hewlan bidin, daku xelkê Rojava nebin qurbaniyên ti karesateke din.”

Serok Barzanî di vê peyama xwe de dilgiraniya xwe li hember pêşhatên nû yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de tîne ziman û dibêje: “Em gelek ji geşedanên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê dilgiran in.”

Serok Barzanî dibêje, nabe careke din karesat bêne serê xelkê Rojavayê Kurdistanê û destnîşan dike: “Emê hemû hewlan bidin, daku piştrast bin ku xelkên Rojava navin qurbaniyê ti karesateke din.”

Di hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov de jî ku duh li Hewlêrê pêk hat, serok Barzanî daxwaz kiribû, ku Rûsya rê nede zirar bigihe Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Polîtbûroya PDKê, Hûşyar Zêbarî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re behsa vê hevdîtinê kir û da zanîn, ku daxwazeke Serok Barzanî ji Lavrov hebû û wiha pê de çû: “Pêşhatên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Di vê mijarê de têgihiştineke hevbeş hebû. Em bi zelalî eşkere kir ku operasyoneke leşkerî dê bibe sedema bêaramiya. Serok Barzanî daxwaz ji Lavrov kir ku ji bo li rê li ber girtinna karesetake mirovî û pêleke din a koçberiyê li wê herêmê desthilatdariya xwe bikar bînin.”

Hûşyar Zêbarî herwiha serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê bo Kurdistanê jî weke “bûyereke dîrokî” bi nav kir û got, hevdîtinên li gel Sergey Lavrov û serkirdeyên Kurdistanê “gelek erênî” bûn.

Koşka Spî duh di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiye dê di demek nêzîk de êrişekê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û destîşan kir, ku ew ji bo vê êrîşa Tirkiyê ne dibin alîkar û ne jî dibin asteng.

Piştî daxuyaniya Koşka Spî, hêzên Amerîkî ji binkeyên xwe yên li Serê Kaniyê û Girê Spî vekişiyan.

Daxuyaniya Koşka Spî piştî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîkayê, Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê hat ku şeva yekşemiyê bi hev re axivîbûn û rewşa Sûriyê bi giştî û mijara navçeya aram, ku herdu welat li ser pêkanîna wê li nav axa Rojavayê Kurdistanê) li hev hatine, gotûbêj kiribûn.

Tirkiyê bi aşkere ragihandiye, ku du armancên sereke yên wî welatî ji encamdana êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê hene û ew jî derxistina herêmên li rojhilatê Firatê ji kontrola YPGê û HSDê û bicihkirina 2 milyon penaberên Ereb ên Sûrî li herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê, Ibrahîm Kalin duh Duşemê piştî daxuyaniya Koşka Spî ragihand, Tirkiye dixwaze ewlehiya sînorê xwe ji rêxistinên terorîstî biparêze û herwiha dixwaze derfetê ji bo bicihkirina çend milyon penaberên Sûrî li navçeya aram, ku li ser axa Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin, peyda bike. Rûdaw