Serrûpel Nûçe Serokê Emerîka Trump û fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Kobanî bi telefonê...

Serokê Emerîka Trump û fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Kobanî bi telefonê axifîn

Belav bike

Serokê Amerîka Donald Trump bi telefonê ligel fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî axivî.

Di wê peywendiya telefonî de behsa parastina Kobanî û çekdarên girtî yên DAIŞê kirine.

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku serokê Amerîka Donald Trump bi rêya telefonê ligel Mazlûm Kobanî axiviye.

Pence eşkere kir ku, Donald Trump û Mazlûm Kobanî di vê peywendiya telefonî de behsa operasyona leşkerî ya Tirkiyê û herwiha çekdarên girtî yên DAIŞ yên li cem HSD kirine.

Mazlûm Kobanî ji Trump daxwaz kiriye, ku rê li êrîşa Tirkiyê li dijî Kobanî bê girtin û jê re gotiye, ku Kobanî ji bo Kurdan gelek giringe û nabe ku êrîşî vî bajarî bê kirin.