Serrûpel Nûçe General Mezlûm Kobanî birîndar nebûye

General Mezlûm Kobanî birîndar nebûye

Belav bike

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî nûçeyên birîndarbûna Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî red kir û got bi ti awayî birîndarbûna Mazlûm Kobanî ne rast e.

Mistefa Balî ji Rûdawê ragihand ku  Fermandarê wan ê Giştî li ser karê xwe berdewam e û propagande bandorê li ser rewşa me nake.

Îro nûçeyek hate belavkirin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî birîndar bûye lê Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo da xuyakirin ku li gorê zaniyariyên ku ji HSD û Rêveberiya xweser bi dest Rûdawê ketine ew nûçe ne rast û Mezlûm Kobanî li ser erkê xwe berdewam e.