Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana koçberên rojavayê Kurdistanê kir, li kampa Berdereş, ku ji ber êrîşa Tirkiyê û çekdarên wê koçber bûne.
Barzanî, ji nêzîk ve rewşa wan şopand û got bêhtirî mîlyonek û 500 hezar koçber niha li parêzgehên Kurdistanê hene, ev jî erkekî mezin xistiye ser milê Hikûmeta Kurdistanê û salane yek milyar û 500 milyon Dolar ji bo birêvebirina van kampan, Kurdistan xerc dike.