Serrûpel Nûçe Hatina “Sîbel Can” ji bo Hewlêrê û pêşkêşkirina konsertekê derew derket

Hatina “Sîbel Can” ji bo Hewlêrê û pêşkêşkirina konsertekê derew derket

Belav bike

Di malperên Facebookê de hatibû idîakirin ku wê stranbêja Tirk Sîbel Can were Hewlêrê konsertekê pêşkêş bike, ev jî bûbû sedema nerazîbûna Kurdan, ji ber ku di dagîrkirina Efrînê de Sîbel Can ligel Ibrahîm Tatlises ligel serokê Tirkiyê Erdogan derketibûn û ji bo eskerên Tirkiyê stran gotibûn û piştgiriya dagîrkirina Efrînê kiribûn.

Menejerê Sîbel Can Mesûd Ozturk got, ewê tu konsertan li Hewlêrê pêşkêş neke û ew nûçe jî ne rast e.