Serrûpel Nûçe HSD (QSD) her meh 10 Mîlyon Dolar ji firotina petrolê qezenc dike

HSD (QSD) her meh 10 Mîlyon Dolar ji firotina petrolê qezenc dike

Belav bike

Petrola Sûriyê li rojavayê Kurdistanê û Dêrezorê di bin kontrola HSD de ye.

HSD ji xwe re wê petrolê difroşe.

Li gor lêkolînekê, ji xeynî qezenca gumrugê, standina bacê û ji xeynî dahatên din yên bazirganiyê, HSD her meh, 10 mîlyon dolar ji firotina petrolê qezenc dike.

Heta niha nayê zanîn, butçeya salane ya rêveberiya xweser li rojavayê Kurdistanê çiqas e, dahat çiqas e, mesref çiqas e, ne zelal e.