Serrûpel Nûçe Nûçeyke baş ji bo koçberên Sûriyê li Almanya: Lem El Şemil nû...

Nûçeyke baş ji bo koçberên Sûriyê li Almanya: Lem El Şemil nû bû

Belav bike

Wilayeta Brandenburg ya Almanî, programa yekiirina malbatê ku jêre dibêjin Lem El Şemil, dirêj kir, û ragihand ku ewê pêşwaziya hejmareke din ji koçberan bikin.

Wezîrê navxwe yê eyaleta Brandenburg Maykel Stoben ragihand ku ew bi wezîrê navxwe yê hikûmeta federal re, ketiye pêwendiyê û li hev kirine ku programa Lem El Şeml dirêj bikin, ji bo wan kesên ku mafê rûniştinê
ji bo salekê jî standibin, dikarin sûdê ji wê programê bibînin.

Kesên ku temenê wan di bin 18 salan re ye, û bi riya zecawê, kesên ew îqame wergitine, dikarin malbata xwe ji derve bibin Almanya.

Wezîrê Almanî got ewê 200 koçberan ji kampên Tirkiyê, Urdun û Libnanê bibin.