Şandeke bilind ya serokatiya ENKS li Enqerê ligel Wezîrê derve yê Tirkiyê li Enqerê civiya û behsa rewşa Sûriyê û pirsa Kurd kirin.
Mewlut Çawuşoglu got ENKS nûnertiya Kurdên Sûriyê dike û tu dijayetiya wan li hember Kurdan tune ye.
ENKS behsa xetera guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê û helwesta ya redkirinê nîşan da û behsa binpêkirinên çekdaran li Efrînê kir û xwest sînorek jêre were danîn.
ENKS di derbarê vê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û got: Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi girîngiya ENKSê wek nûnerê rewa ya gelê Kurd li Sûriyê û rola wê di proseya siyasî de kir û piştevaniya xwe bo gerentîkirina mafên Kurd û destûra Sûriyê de nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat jî, “Çavuşoglu amaje bi binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî yên ji aliyê hin grûpên çekdar ve tên kirin kir û diyar kir ku ew li dijî wan kiryaran in û divê kesên wan binpêkirinan dikin bên sizadan û Tirkiye guhartina demografî li wan navçeyan red dike û tekezî li ser vegera ewle ya koçberan li ser mal û milkên xwe dike.”
ENKS ragihand jî, şanda ENKSê nerîna xwe ya çareseriya siyasî bo Sûriyê û pêwîstiya aktîvkirina proseya siyasî û nivîsandina destûrê pêşkêş kir, bi awayekî ku daxwazên Sûriyan û mafên netewî ji Kurd û hemû pêkhateyan re lixwe bigire.
ENKSê daxwaz ji Tirkiyê kir, alîkariyê derbarê bicihkirina xalên rêkeftina di navbera ENKS û Îtîlafê de û rawestandina binpêkirinên li serê xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tên kirin bike û hêsankariyan bike ji bo koçber bi ewlehî vegerin cihên xwe. Herwiha ENKS tekezî jî li ser redkirina guhartina demografî kir.
ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de pêzanîna xwe ji Tirkiyê re derbirî, ku bi milyonan koçberên Sûrî vehewanadine û piştevaniya opozîsyona Sûriyê dike. Herwiha daxwaza karê bêhtir kir, ji bo pêwendî û hevtêgihîştin di navbera gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurdî Kurdî bi taybet kir, ta êş û azarên wan bidawî bibin û bi aştî û ewlehî bijîn.