Serrûpel Nûçe Di navbera ENKS û PYD de hevdîtinan dest pê kirin (vîdyo)

Di navbera ENKS û PYD de hevdîtinan dest pê kirin (vîdyo)

Belav bike

VÎDYO

Hevdîtinên raste rast di navbera ENKS û PYD de li navendeke eskerî li Hesekê dest pê kirin

Heta niha PYDê û ENKSê 4 caran civiyane û di wan civînan de li ser çend xalan li hev kirine.

Di derbarê wan hevdîtinan de Medyaya Amerîka dinivisîne, ku ji destpêka nîsanê û heta niha, ENKSê û PYDê bi amadebûna Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê William Roebuck û fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî li navendeke Amerîkî li Başûrê Hesekê 4 caran bi awayekî rasrerast civiyane û encamên civînan jî gelekî baş bûne.

Xalên sereke ku ENKSê û PYDê li ser li hev kirine, wiha ne: Sûriyê
welatekî îtîhadî, demokrat û hemereng be, rêjîma niha rêjîmeke stemkare û tûndtîjiyê bikar tîne.  erweha lihev kirin, ku navçeyê Kurdî ji aliyê siyasî û cografî ve yekgirtî bin.

Li gor medyaya Amerîkî, di civînê de herdu aliyan tekez kirine, ku divê pêwendiyên erênî ligel welatên cîran hebin û kirîza Sûriyê li gor biryara 22.54 were çareserkirin.

Mafê Kurdan jî yên neteweyî, çandî û siyasî di çarçoveya destûrê de were naskirin û koçber jî vegerin malên xwe.

Ev danûstandin bi navbeynkariya Amerîka û piştgîriya seriyrdayetiya Başûrê Kurdistanê têne kirin û 25ê  meha borî jî Mezlûm Kobanî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, dibe ku di demeke nêzîk de mizgîniyeke baş bidin Kurdên Rojavayê Kurdistanê.