Serrûpel Nûçe Kesekî din li Hewlêrê bi korona ket

Kesekî din li Hewlêrê bi korona ket

Belav bike

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketina kesekî din bi vîrsa Korona li Hewlêrê hat tomarkirin.

Wezaretê diyar kir jî, ew peyayekî temen 32 salî ye û rûniştvanê bajarokê Sêbîran a ser bi qezaya deşta Hewlêrê ve ye û virus ji pêketiyekî berê vegirtiye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 388 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 341 kes jî baş bûne. Ktv