Serrûpel Nûçe Peyama serok Barzanî ji bo salvegera roja diyarkirina Referandumê

Peyama serok Barzanî ji bo salvegera roja diyarkirina Referandumê

Belav bike

Serok Barzanî di salvegera diyarîkirina roja Referandumê de peyamek belav kir û têde got “Referandûm ji bo hemû wan kesên beşdarî kirin, şanazî ye û lê poşman nebûn e…”

Serok Barzanî di wê peyamê de dibêje, di jiyana gelê Kurdistanê de, îro rojek dîrokî ye.

Di 7ê Hizêran a 2017an de aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê bi hev re biryar li ser Referandumê dan, ji bo ku gelê Kurdistanê bikare bi rêyek aştiyane, deng û daxwaza xwe bigihîne cîhanê.