Serrûpel Nûçe Îranê lêborîna xwe ji serok Barzanî xwest

Îranê lêborîna xwe ji serok Barzanî xwest

Belav bike

Berî çend rojan li Îranê kurte fîlmek li dijî Kurdan û serok Mesûd Barzanî hate çêkirin.

Di fîlmê de ku bi farisî û kurdî hatiye çêkirin. têde îhaneta serok Barzanî û qehremaniya gelê Kurd li hemberî Daişê tê kirin.

Di fîlmê de wiha hatiye nîşandan ku Barzanî û pêşmerge li hemberî Daişê teslîm bûne û Qasim Silêmanî bi 40-50 serbazên Îranî Kurd û Barzanî û Hewlêr ji Daişê parastine.

Ew fîlma îranî bû sedema nerazîbûneke mezin di nava Kurdan de.

Qunsolxaneya Îranê li Hewlêlê lêborîn ji serok Barzanî xwest û got tu carî ew piştgiriya wêî fîlmê nakin.

Konsulê Îranê her wiha got ew ne agahdarî wê fîlmê ne û ewê lêkolînê li ser bikin.