Serrûpel Nûçe Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demoqrata Kurdistana Îranê li Hewlêrê hate kuştin

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demoqrata Kurdistana Îranê li Hewlêrê hate kuştin

Belav bike

Hizba Demokrat a Kurdistandê (HDK) terorkirina endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî ragihand û di daxuyaniyekê de diyar kir, Mûsa Babexanî bi destê “teroristên ser bi Îranê” ve li Hewlêrê hatiye terorkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistandê (HDK) di daxuyaniya xwe de ragihand, “Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî roja Pêncşemê 6ê Tebaxê ji aliyê 2 teroristên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û îro danê danê sibê termê wî li odeyeke hotela Gula Silêmaniyê li bajarê Hewlêrê hatiye dîtin.

HDKê di daxuyaniya xwe de diyar kir, gelek nîşaneyên eşkenceya jî li ser termê Mûsa Babaxanî hatine dîtin.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî xelkê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, sala 1981an ji dayik bûye û di temenê 18 saliyê de pêwendî bi HDKê re kiribû.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ew hatin agahdarkirin ku kesek li nava wê hotelê hatiye kuştin, tîmên wan dest bi lêkolîna di wê tawanê de kirin.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê destnîşan kir jî, piştî bidawîbûna lêkolnan, ew ê encaman rabigihînin. K24