Serrûpel Nûçe Zelîmxan Mûsoyêv ji bo cara 6 mîn bû parlamenterê Rûsya

Zelîmxan Mûsoyêv ji bo cara 6 mîn bû parlamenterê Rûsya

Belav bike
Zelîmxan Mûsoyêv, ji bo cara 6 mîn ji bo parlamana Rûsya hate hilbijartin.
Zelîmxan Mûsoyêv, karsazekî Kurdê Êzdî ye, her wiha weke xêrxazekî jî tê naskirin.

Ew di sala 1959 de li paytexta Gurcistanê li Tiflîsê ji dayîk bû ye, dema ku 10 salî bû ddayîk û bavê xwe ji dest dabû û sêwî mabû.

Zelîmxan Mûsoyêv di demên dijwar de jî li kêleka gelê Kurd sekiniye û di dema êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdistanê, bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî mexdûrên terora DAIŞê kirine.