Serrûpel Nûçe Osman Ocalan, birayê serokê PKK Abdullah Ocalan li Hewlêrê wefat kir

Osman Ocalan, birayê serokê PKK Abdullah Ocalan li Hewlêrê wefat kir

Belav bike

Osman Ocalan ku berê serkirdeyekî PKK bû, li Hewlêrê ev 25 roj bûn ku ji ber Korona di nexweşxaneyê de bû, îro jiyana xwe ji dest da.

Osman Ocalan kî bû?

  • Ew di sala 1958 li gundê Amara yê Xelfetî li Ruha ji dayîk bûbû.
  • Di sala 1978 de tevlî PKK bûbû û navê wî yê kod Ferhad bû.
  • Berî ku bikeve nava PKK 2 salan li Lîbya mabû.
  • Kolêja perwerdeyê temam kiribû.
  • Di sala 1986 de bûbû endamê komîteya navendî yê PKK.
  • Di sala 1990 de bûbû endamê Konseya PKK.
  • Di sala 2004 de ji PKK cuda bûbû û li Hewlêrê bi cî bûbû.