Serrûpel Nûçe Bûka Daişê ji îdamê ditirse

Bûka Daişê ji îdamê ditirse

Belav bike

Şemîme Bîgom ku weke “Bûka Daişê” jî tê naskirin, got ew ditirse mehkemekirina wê dest pê bike ku bi îdamê were mehkûmkirin.

Şemîme, yek ji wan 3 keçan bû ku di sala 2015 de ji Londonê di ser Tirkiyê re çûbûne Sûriyê û tevlî Daişê bûbûn.

Şemîme (22 salî) li rojavayê Kurdistanê li Kampa Roj dimîne, di bin kontrola HSD de ye.

Şemîme dibêje ji wê re gotine ku wê mehkemekirina jinên Daişê di vê havînê de dest pê bike.

Ew dibêje dixwaze biçe Brîtanya, lê nikare ji ber ku hem Brîtanya wê naxwaze hem jî ew di sala 2019 de ji welatîbûna Brîtanya hatibû avêtin.

 

WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com