Dengbêjê Kurd yê bi nav û deng Feyzoyê Rizo li Rusya li bajarê Krasnodar jiyana xwe ji dest da.
Feyzoyê Rizo berî 2 salan bi nexweşiya şêrpençe ketibû û dihate dermankirin, di van rojên dawî de rewşa wî gelekî xerab bûbû, îro serê sibê koça dawî kir.
Feyzoyê Rizo kî bû?
- Feyzoyê Rizo sala 1954 Êrîvan ji dayîk bûbû.
- Malbata wî di sala 1915 de ji bakurê Kurdistanê ji Îdirê koçberî Ermenistanê dibe.
- Gelek stranên kurdî yê gelêrî bi dengê xwe yê xweş dibêje û tê naskirin, weke stranên Qîza Mele, Hekîmo, Salih û Nûrê, Dewrêşê Evdî
- Îro 08.11.2023 koça dawî dike.