Serrûpel Nûçe Berpirsa pêwendiyên derve Îlham Ehmed: Divê rola Îsraîlê li Sûriyê hebe

Berpirsa pêwendiyên derve Îlham Ehmed: Divê rola Îsraîlê li Sûriyê hebe

Belav bike

Berpirsa pêwendiyên derve li Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya Îsraîlê Jerusalem Post got ji bo ewlekariya Sûriyê pêwîste rola Îsraîlê hebe.

Îlham Ehmed got, ji bo parastina ewlekariya Sûriyê û Rojhilatana Navîn, divê Îsraîl bibe beşek ji çareseriyê.

Berî 2 hefteyan rojnamevanê Îsraîlî yê navdar  JONATHAN SPYER li Rojavayê Kurdistanê bû, rewşa Rojava ji nêzîk ve şopand, hevpeyvînek ligel Îlham Ehmed çêkir, Îlham Ehmed di hevpeyvînê de dibêje, pêwîste rola Îsraîlê di çareseriya Sûriyê û Rojhilata Navîn de hebe.

Îlham Ehmed ji wezîrê derve yê Îsraîlê re gotiye, bê rola Îsraîlê demokrasî li navçeyê pêk nayê.