FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Þivan Perwer Dilbixwîn Dara bi kuþtinê tehdîd kir

26 Nîsan 2010 Duþem Saat 18:59

Avesta – Koln: Di vekirina Galaya fîlma “Min Dît” de, ku sernivîserê malpera AVESTA Dilbixwîn Dara jî hatibû vexwendin, li derketinê Þivan Perwer ew girt û ew bi kuþtinê tehdîd kir.

Dilbixwîn Dara diyar kir ku Þivan Perwer li ber devê derî, ku bodygardên wî jî ligel bûn, ew girtiye û jêre gotiye: "Ez Þivan im, tu hîn min nas nakî, ezê te bikujim...”

Þivan Perwer gotin û dijûnên giran ji Dilbixwîn Dara re gotine.

Dara got, exlaqê wê rê nedaye ku wan gotinên xerab li Þivan Perwer vegerîne.

Piþtî ku Þivan Perwer, Dara bi kuþtin û lêdanê tehdîd kir û derkete derveyî salonê, vê carê emir da bodygardên xwe ku êrîþî Dilbixwîn Dara bikin.

Ji ber ku nûçeyeke ne bi dilê Þivan Perwer di Avesta de hatibû weþandin, wî dest bi wê êrîþê kir.

Berpirsiyarê Avesta diyar kir ku ew nêzîkî 20 salane karê rojnamegeriyê dike û ev zêdetirî 10 salane ku Avesta weþaneke serkevtî dike, heta niha gelek caran Avesta bi gelek awayan piþtgiriya Þivan Perwer kiriye û bi dehan caran reklamên þev û þahiyên wî weþandiye, heta niha yek carê jî Þivan ne bi gotin ne jî bi þêweyekî din piþtgiriya Avesta nekiriye. Spasnameyek jî neþandiye. Lê dema ku carekê hatiye rexnekirine, her tiþt ji bîr kiriye û êrîþ kiriye.

Dara got, Þivan ji medyaya kurdî dixwaze tenê pesna wî bide, lê ew nikarin herdemê pesna Þivan bidin, mixabin, Þivan Perwer bi netehemula xwe ya rexneyan tê naskirin û qebûl nake ku yek kes, yek rojname û yek rojnamevan, bi çûk be jî rexneyekî li wî bike.

Rexneyeke biçûk jî ji aliyê rojnamevanekî ve, bi teybatî dema ku ew rojnamevan Kurd be, dibe sedema ku Þivan Perwer êrîþan bîne ser wî û ji bodygardên xwe re bêje “lêbidin”, heta bi dereceya wî dijmin bi nav bike.

Perwer ku bi xwe gelek caran rastî lêdanê hatiye û me ew lêdan tu caran rast nedîtine, vê carê ew bi xwe kesên din bi lêdan û kuþtinê tehdîd dike. Ev yeka ne layîqî hunermendekî ye. Hinermendên “mezin” rojnamevanan bi kuþtinê tehdîd nakin û dijûn gotinên dûrî rêz û exlaq ji kesên din re nabêjin. Kuþtin karê kujeran e, ne karê hunermendan e.

Dilbixwîn Dara berdewam kir û got, “Em li daristanê najîn, em li welatekî demokratîk weke Almanya dijîn, ku têde qanûn serdest e, bêguman wê destûra wî welatê rê nede ku Þivan Perwer, min bi kuþtin û lêdanê tehdîd bike...”

Bûyer û êrîþa Þivan Perwer roja 22.04.2010, katjimêr 23.35 li Almanya bajarê Kolnê çêbû, ew bi deng û sûret hatiye arþîvkirin.   

Dilbixwîn Dara ku niha li baþûrê Kurdistanê ye, bal kiþande ser wê yekê ku wî rayedarên Kurdistanê jî ji bûyerê agahdar kirine.

Dara got, ew li hêviyê ye ku Perwer bi awayekî ji raya giþtî re vekirî lêborîna xwe ji wî bixwaze.

AVESTA

nisêbînî
tevlihêv
þiwan hîþê xwe hûndakiriyê ez vilo di fiqirim
28 Nîsan 2010 Çarþem Saat 16:43
Þahînê Bekirê Soreklî
Na bo Gefxwarina li Hunermendan, Rojnamevanan û Nivîskaran
Di adara sal 2003 de, dema t’ade li Þivan Perwer bû, min gotareke bi sernivîsa “Lêdana Hunermendan û Nivîsakaran… û Þikandina Tenbûran Faþîzm e nivîsand, wek piþtgiriyeke bo wî. Ger Þivan Perwer li Dilbixwîn Dara t’ade kiribe û gef lê xwaribe, wê demê ev kiryara jî dibe yeke þermezarkirinê. Tiþtek ji geflêxwarin û tirsandina hunermendan, rojnamevanan û nivîskaran xirabtir tune.
28 Nîsan 2010 Çarþem Saat 07:35
dilkuc
naye qebul kirin
sermezar dikin tistek wisa hevi dikim ku H.Sivan Perwer li gor salen xwe gava baveje.le birasti gelek ji Sivan Perwer hes dikim
27 Nîsan 2010 Sêþem Saat 21:25
Hemû þîroveyan nîşan bide(28)

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere