FOTO


TV-Radyo

TOP-10
Ankt
Tu AVESTA nû çawa dibînî?
Fikreke min tune ye
Gelekî ciwan e
Gelekî xerab e
Ji malpera berê ne çêtir e
Meteoroloji
Avesta Google
Mezinbûna Kategorî: 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto

Petrola Teqteqê þampanya ye!

30 Tîrmeh 2010 În Saat 20:30

Avesta - Petrola Teqteq wek `þampanya ya pîþesaziya petrolê` tê naskirin. Petrola Teqteq ji corê baþ e û niha ev kêlgeh bûye yek ji baþtirîn kêlgehên petrolê li seranserê cîhanê

 

Hefteya borî mil bi milê pisporê petrolê û avakerê kêlgeha petrolê Umer Bendin, min serdana Teqteq kir bi mebesta dîtina xelkê wê navçê û bandora vê pîþesaziyê liser jiyana wan a rojane.

 

Piþtî bicîhiþtina dar û bexçeyên Hewlêrê, me da ser riya Kerkûkê û ji niþkave awayê rê hat guherîn. Bo çend demjimêran, em da ser riyeke pir bi hevraz û niþîvan û tozgirtî û me çend nîþanên mînên çandî jî dîtin, lê dikaneke biçûk ku herçar aliyên wê bi çend daran hatibû girtin dilê me xweþ kir.

 

Gundên vê navçê hemû di dema proseya Enfal a Sedam de hatin rûxandin û niha navçe hê rûxandî maye, ji xeynî çend gundên biçûk ku hatine avakirin. Xwediyê wê dikanê, Sedîq Hemed (52) ku li gundê Þêwe Sûr jidayik bûye di dema Enfalan de ligel binemala xwe reviyabû Îranê, wek gelek malên din, mala Sedîq jî vegeriyabûn gundê xwe jiber baþbûna rewþa aborî ya navçê di encama dîtina petrolê de.

 

Navbirî got: "Kêlgehên petrolê yên vir pir baþ in." Lê Sedîq nîgeraniya xwe jî pêþan da ku ger kêlgehên petrolê yên din li vê navçê ku nêzîkî Kerkûkê ye bên dîtin, dibe hikûmeta Bexda dest deyne ser wan û ji destê Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbixe.

 

Bo Osman Hesen ê endamê civata þaredariya nahiya Þiwan, qazanca rasteqîne ya petrolê hê negihiþtiye: " Ji dema ku petrol hatiye dîtin, gundên navçê hê pere wernegirtine û hê zû ye, lê di paþerojê de emê qazancên wê bibînin û hêdî hêdî tiþtan pêþve dibin." Hesen herwiha daxwiyand ku qazanca petrolê niha gihaye bajarên wan lê piþtî çend salên din wê bigihe gundên navçê jî.

 

Dema me geþta xwe domand, agirê petrolê ji dûr derdiket. Dema em gihan qampa kêlgeha petrolê ya Teqteq, nîþana agahdariyê li her çar aliyên kampê hatibûn danîn. Em derbas bûn, ew dewrûber bi kabîneyên amadekirî hatibûn girtin ku taybet bûn bi karmendên wê kêlgehê ku jimara wan dike nêzîka 250 kesan ku 40 ji wan biyanî ne.

 

Bîrên petrolê yên Teqteq rojane 60 hezar bermîlên petrolê berhem tînin. Li gor Can Savon, rêveberê kargêrî yê þîrketa Ttopco ku þîrketeke hevbeþ a Tirkî- Swêsrî ye û serperiþtiya projeya deranîna petrola Teqteq dike, heþt bîrên petrolê li Teqteq hene, ku heft ji wan nêzîka 7 hezar metroyan kûr in û ya heþtem jî nêzîka 3500 metroyan kûr e.

 

Ji dema ku proseya berhemanîna petrolê destpê kiriye ku di 14ê Gulana 2006an de bû, ev kêlgeh nêzîka 12 milyon bermîlên petrolê berhem aniye û tê pêþbînîkirin ku 2 milyar bermîlên petrola yedek jî tê de mabe, ku nîvê wê bi kêrî deranînê tê.

 

Savon dibêje, qalîteya petrolê ewqasî baþ e ku hinek di cîh de dixin tankeran de bê ku biþînin rafînerê.

 

Di 11 Hezîrana par de, di rêûresmeke berfireh de petrola Teqteq ket ser tora boriya petrolê ya niþtîmanî ya Iraqê, lê piþtî 4 mehan, jiber nakokiya ligel hikûmeta navendî liser sewdageriyên navberba þîrketan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, boriyên petrolê hatin girtin. Ev nakokî hê jî nehatiye çareserkirin, lê di heman  demê de Savon dibêje: "Divê petrol bê firotin bo rafînerên navxweyî sê qatan kêmtir ji nirxê firotina wê bo derve."

 

Ligel wêya jî 26 þîrketên cuda girêbestên berhemanîna petrolê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmzekirine. Bo 16 gundên navçê, rewþ berbi baþiyê diçe. Piraniya gundiyan wek Dilþad Kakil ku nobedarê kampê ye, bi sedemê vê kêlgehê kar bidest xistine.

 

Herwiha beþek ji bernama hevkariyê ya vê þîrketê, çareserî tendirustî û dabînkirina pêdiviyên xwendingehê bê beramber dane gundiyên navçê û bîrên avê bo gundiyan kolane. Kakil dibêje, berhemanîna petrolê karekî baþ bû ji gundiyên navçê re: "Piraniya xelkê vegeriyane ser gundên xwe û kar bidest xistine."

 

Piþtî 25 xulekan bi otombîlê em gihiþtin cihê dagirtina tankeran ku bi rêzê rawestiyabûn da bên dagirtin û berbi rafîneran ve herin. Piþtî wêya jî dema em vegeriyan di nav gundan de derbas bûn, nîþana pêþkeftinê diyar bû, lê tenê dem dizane Kurd heta çiqasî qazanc ji dahata vê petrolê dike û dahata wê jî çawa tê dabeþkirin. Rûdaw

Hîna ev nivîs nehatiye þîrovekirin.

VÎDEO

 

NIVÎSKAR

Dilbixwîn Dara
Hewlêr gelekî germ e

Salih Bozan
Rastiya AKP

Mihemedê Seyid Husên
Ziman û karmendiya peyvê

Ahîn Zozanî
Jinik û Þêr

Hêvîdar Zana
Bajarê Jinebiyan

Brader Musikî
Henek... Menek...

Silêman Azer
Teyrê kelaþan

Tengezar Marînî
Bo mamosteyê min Rezo

Salih Cefer
Kuþtina jinan

Di arşîvê de lêbigere