Serrûpel Lêgerîn

komkujî kobanî - Encamên Lêgerînê

Eger te tiştek bi dilê xwe nedît, dîsa lê bigere

“DAIŞ ji Tirkiyê derbasî Kobanî bû“

Parlamenterê HDP Osman Baydemir, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya tirkî Taraf got, DAIŞ ji Tirkiyê derbasî Kobanî bû û êrîşî YPG û sivîla kir, bi sedan sivîl, ku di nava wan zarok, jin, kalemêr jî hebûn kuştin û birîndar kirin.

Hevpeyvînek bi serokê Kantona Kobanî re

Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku ev du sal in berxwedêrên YPG û YPJ’ê ji bo nirx û sembolên hevpar ên mirovahiyê li ber xwe didin û got: “Li Kobanê hezkirina mirovahiyê, berxwedan û welatparêziyê bi ser ket. Kobanê bû keleha berxwedanê ya sedsala 21’emîn.”

Kantona Kobanî çekan ji Tirkiyê dixwaze

Serokê Desteya Cîbicîkar a Kantona Kobanî Enwer Mislim, bi awayekî fermî ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku alîkariya wan ya çekan bike.

“Dê komkujiya Şêx Meqsûd bê bersiv nemîne“

Avestakurd – Hejmara kuştiyên taxa Şêx Mesûd ya Helebê gihişte 20 kesan û 54 kes birîndar. Duhî (6/5/9/2012) êvarê balefirên şer yên rejîma Sûriyê taxa Şêx Meqsûd ku piraniya xwe Kurd lê dimînin bombebaran kiribûn.

Jan Dost: Rewşenbîr û siyaset

Gelek caran hin dost û heval, meriv û kesên ji min nêzîk, her weha kesên ku bîr û baweriyên min naecibînin jî dibêjin ku,...

Ehmed Qasim: Bangewazî

Ez dibêjim qey dem hatîye ku her kesek ji me ( ji tevgera siyasî ya kurdî li Sûrî- başûrê roj avayê kurdistan ) li...

Hevpeyvîna Dr. Beyan Kerîmî ligel romanivîsê Kurd Jan Dost

Pirsa yekem Dr. Beyan Kerîmî: Bi baweriya te roman ji pirtûkên dîrokî bêtir rolê dilîzin, yanî ji wan bêtir dikarin nakokî û tevliheviyên dîrokê bidin...

Wê PYD ji bo her qurbaniyekî 3.5 mîlyon lîre bide

Rêveberiya Xweser li Kobanî bi malbatên qurbaniyên ku li ser destê Asayişê sala 2013an li gundê Til Xezal hatibûn kuştin li hev hat. Li gorî zanyariyan, Rêveberiya Xweser daxwaza lêborînê li malbatên qurbaniyan kiriye û malbata her qurbaniyekî bi 3.5 milyon lîreyên Sûrî tawîz kiriye. Li gorî heman zanyariyan, malbatên qurbaniyan PYD weke aliyêkî lihevhatinê qebûl kirine ne ku weke serpereştê wê lihevhatinê, yanî ew malbat PYD di kuştina wan qurbaniyan de weke şerîk hesibadine. Malbatên qurbaniyan herwiha red kirine ku di lihevhatinê de ala PYD yan jî ya her saziyeke leşkerî ya ser bi PYD ve were nîşandan. Riojnamevan Welat Bekir ku bi xwe xelkê gundê Til Xezalê ye, ji tora medyayî ya Rûdawê re got ku ev lihevhatin delîla wê yekê ye ku PYD komkujî li dijî kesên sivîl yên bêguneh kiribû û tevahiya tiştên ku medyaya PYD li ser wan qurbaniyan digotin derew bûn û tenê ji bo xapandina raya giştî bû. Di dema bûyerê de, medyaya PYD gotibû ku gundiyên Til Zezalê yên ticareta heşîşê dikirin êrşî endmên asayîşê kiribûn, û şer di navbera her du aliyan de derketibû.

Xwepêşandana ENKS li Almanya (foto)

ENKS nûnertiya Ewropa li Almanya bajarê Dortmundê xwepêşandanek li dijî kiryarên PYD yên girtina siyasetmedarên Kurd, binpêkirina mafên mirovan, qedexekirina karê medyayê û komkujiya Kobanî û Amûdê, li darxist. Di xwepêşandanê de ji gelek bajarê Almanya Kurd beşdar bûn. Di xwepêşandanê de serokê ENKS Brahîm Biro amade bû û axaftinek kir.

Çima ne Cerablus?

Reqa û Mûsil hêlînên hovîtî û tundrewiyê ne. Ew li ser mirovahiyê gef in. Di tinekirina wê gemariyê de cihgirtin, serfirazî ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com