Serrûpel Nûçe Sudan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Sudan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Belav bike

Di dîdarekê de, sefîrê Sudanê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û ew pêşkeftinên ber bi çavên li herêma Kurdistanê çêbûne nîşan da û got ku Sudan giringiyeke mezin bi herêma Kurdistanê dide û dê sefîrekê xwe weke kunsolê giştî li konsulxaneya xwe li Hewlêrê dane û amadeyîya welatê xwe ji bona zêdetir bihêzkirin û berfirehkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re nîşan da.

Sefîrê Sudanê dilgiraniya xwe li hember êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê diyar kir û sersaxiyên xwe li malbatên şehîdên şerê dijî terorîstan kir û tekîd li ser hevkarîya hemû aliyan ji bona jinavbirina terorê û nehêlana tirs û gefên wê kir. Wî got ku tevî wî barê giranê li ser herêma Kurdistanê, lê xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetgozarî jê re dabîn kirine û ev yek jî cîyê rêz û qedirgirtinê ye.

Konsulê giştiyê Sudanê jî kêfxweşiya xwe nîşan de ku li herêma Kurdistanê dest bikar dike û tekîd kir ew dê bi cidî lêbixebite têkeliyên baş di navbera her du gelên Kurdistan û Sudanê dirust bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Sudanê bo herêma Kurdistanê kir û ew pêngava hikûmeta Sudanê ku bi dereceya sefîr konsulê xwe li Hewlêrê dene bilind nirxand û got ku ev yek jî wê nîşan dide Sudan girinigeyek taybet bi têkeliyên xwe yên bi herêma Kurdistanê re dide.

Serokwezîr rewşa herêma Kurdistanê, şerê dijî terorîstên DAÎŞ, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û welatên cîran ji şandeya mêvan re behis kir û got ku herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe zêdetir digel welatên cîhanê di hemû waran de berfirehtir bike. Li dor pirsgirêkên digel Bexdayê jî. Serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkan bi rêya danûstandin û diyalogê digel Bexdayê çareser bike , lê Bexda pabendiyê bi rêkeftina navbera her du aliyan nake.