Serrûpel Nûçe Riya Qamişlo-Şam-Beyrût û Humus vebû

Riya Qamişlo-Şam-Beyrût û Humus vebû

Belav bike

Riya pasên polmanan di navbera Qamişlo û Şamê de vebû û destpêkê, wê tenê herdu rojên şemî û pêncşemê geştên polmanan, ji bo Heleb, Hema, Humis, Şam û Beyrûtê hebin.

Endamê ofîsa cîbicîkar di Encûmena parêzgeha Hesekê de Cûma Meluh ragihand, ji bo asankariyên çûn û hatinê, encûmena parêzgeha Hesekê û kompaniyên veguhestinê dest bi hemahengiyê kirin.

Ji bo her neferekî, ji Qamişlo heta Şamê wê kiriya rê 17 hezar lîreyên sûrî be, ku nêzîkî 31 dolaran e, herweha pereyê kerta qutkirinê ji Qamişlo heta Beyrûtê jî 35 hezar lîreyane ku dike derdora 64 dolar.

Ev çar sal in, ji ber şer û pevçûnan, riya navbera Qamişlo û Şamê qut bibû, lewma welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet xwendekar bi riya balafirxaneya Qamişlo xwe digihandin Şamê.