Serrûpel Nûçe Behsa rola Medya Kurdî dike di van rojên aloz de ku Kurd...

Behsa rola Medya Kurdî dike di van rojên aloz de ku Kurd têre derbas dibin

Belav bike

Di van buyerên dawî yê Rojavayê Kurdistanê de wezîfak mezin ket ser millê medya Kurdî bi teybet TV û bi ya min wezîfa xwe serkeftî pêk anîn.

Bi tevayî hinek kêmayî hebejî, lê li gor bûyera Kerkûk û Şengalê nuha gelek baş û bi rêk û pêk bû, xwe guhert û pêşket ( wek di warê formê dana înformasyonê, mobilizekirina Kurdan li dor şuûra netewî, pirsa ewlekarîyê û hwd) her weha li gor demên berê nuha gelek başbe jî lê di pirsa wek kontrpropagadayê , sazkirina raya giştî, rojew çêkirin, şerê pîskolojîk, reportajan de (hilbijartina pisporan wek mînak di pirsên eskerîde divê kesên ji warê eskerî fam dikin şîrove bikin), her weha di pirsên din de hîna tiştên lazime bê kirin hene.

Bi ya min Medya Kurdî piştî her bûyerên weha cidî de, hêjaye civîn an konferansa ji pisporên rasteqînî yên medya li darxin û pirsên xwe yên baştir kirine û cihê hîn lazime baştir bibe munaqeşe bikin, ji bo karên medya kurdî yên pêşde xwe amade bikin û ew kêmayê hene ji ortê rakin.

Bi tevayî, di vê bûyera Rojavayê Kurdistanê de ez wek kesekî hindik bejî ku ji teorî û praktîka medya hinekî fam dikim gelekî razîme, mala hemû karmendên Medya Kurdî ava be, seeta wan xweş, spas ji bo wan ku karekî hêja kirin.

P.S. Cara yekemîne medya Kurdî bi kontrpropagandaye li hember medya Turkî serkeftî bû, û medya Turkî û hemû serkirdayetîyê dewleta Turk ji serok kommar bigre heta wezîrê parastinê û hemû pisporê wan mecbûr kirin ku her gav bêjin “operasyona me ne li dijî Kurdane, li dîjî terorê ye”.

Ev sekeftina medya Kurdî li hember medya Turkî bû, ji ber medya Kurdî, rastîya armanca operasyona Turkî eşkere kir û ev kontrpropaganda medya Kurdî raya giştî saz kir û teesîr li raya giştî Turk jî kir ku mecbûr man her gav bêjin” Ev operasyon ne li dijî kurdane, li dijî terorê ye” Ev cihê pesnê û iftixarêye ku medya Kurdî vê carê ji medya Turka çalaktir û jêhatîtir bû, dibê her kurdek iftixar bike bi vî karê medya kurdî .