Dîmenên êrîşa gerîlayên PKKê yên li dijî Qereqola Angul (Duru) hatin weşandin. Gerîlayên PKKê, di 16ê Mijdarê de li dijî Qereqola Angul a ku bi navçeya Amedê bi Lîceyê ve girêdayiye, êrîş pêk anîbûn. Di êrîşê de wesaîteke 4 ton tije teqemenî, dikeve nav qereqolê û tê teqandin. Dema teqînê bi 2 kamerayan hatiye kişandin.
Piştî bûyerê PKKê ragihandibû ku, di êrîşa li dijî qereqolê de 36 leşkeran jiyana xwe wenda kirine. Li gorî çapemeniya Tirkiyê jî, di êrîşê de tenê leşkerek brîndar bûbû.