Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, derket televizyona SkyTurkê bernama “meydana siyasetê.” Di navbera Demîrtaş û pêşkêşvanê bernamê Alî Kirca de niqaşa, “bila milîtanên PKKê divê teslim bibin, çekan berdin” derket. Demîrtaş got, bi salae dewlet bang dike dibêje çekan berdin, pêwiste hikûmet qala çareseriyên nû bike. Li ser îtiraza Kirca, Demirtaş wisa axifî, “ez eşkere dibêjim, PKKîyekî ku derketiye çiya bila qet neyê teslîm nebe. Heta pirsgirêkê re çareseriyek hatiye dîtin bila çalakiya neke. Ez eşkere vê bangê dikim, bila cidî bibînin. Bila hemberî bêçalakiya PKKê jî dewlet operasyonan neke, ku em karibin bi rêya siyasetê çareseriyê bigerin. Lê ez nabêjim teslîm bin, poşman bibin. Teslîmbûn rûmetşkestine. Hûn vê dikin? Dewlet poşman bû ku mesele aniye vî halî. Bê çek û bê şidet divê pirsgirêk çareser bibe.
AVESTAKURD