û Malikî ev daxwaz bi rêya Dadgeha Bilind ya Bexdayê bi cih anîye. Telal Zewbeî ku yek ji parlementerên ser bi Lîsteya Îraqê yê Îraqê ve ye, der barê mijara fermana girtina Tariq El Haşimî de daxuyaniyek nivîskî belavkir. Zewbeî aşkere dike û dibêje ku girtina fermana Haşimî li ser daxwaza Îranê hatiye dayîn. Ango Îranê daxwazkir dadgehê jî biryar da. Her weha Zewbeî di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser kesekî ku endamê Hibûlaha Libnanê ye û dide diyar kirin “Endamekî Hizbûlah ji ber êrîşên terorîstî li Îraqê girtîbû, lê ew tê berdan.” Zewbeî her weha dibejê ku ‘Hikûmeta Îraqê dualî welat birêvedibe. Îran roleke gelekî qirêj li Îraqê dilîze.’ Gelo Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî dema bi balefira Îranê gera xwe yên bi navê dewletê dike (Îranê balefrike weku diyarî daye Malikî), bi deh hezaran Şîîa ji Îranê tîne û wan dike welatiyên Îraqê, endamê Hizbûlaha Libnanê Elî Deqûqî ku bi salan bû ji ber êrîşên terorîstî li Îraqê girtî bû serbest berdide nîşênên wê yekê ne ku Malikî bê Îranê yek biryarê nade û fermana girtina Haşimî jî her li ser daxwaza Îranê ye? Avestakurd
|